13.04.2016

#Amed, #Şeytanok, #Homofobî û #Twitter

Çend roj berê endamên hüdaparê gefan li LGBTyên Amedê xwarin û panela HDK ya li ser LGBTyan bû, dan betalkirin. Li gorî wan "Diyarbakır", bajarê "sahabe"yan e û ehlaqê Amediyan LGBTyan qeyil nabe! Tew çawa dikarin serê mehên "heram"ê panelekî wanî (!) lidarbixin! Wax li minê! Wey li mino! Ew xwepêşendaneke tehdîtkar û wekî her demê êrîşker û zayendperest û homofobîk kirin û bi destên wan de pankartên "ajitasyon"ê bi dirûşmeyên ku misilmaniyên wan "piştrast dikir", li ber kamerayan de kêfnexweşiyên xwe bilêvkirin.

Lê ev misilmanên hesas û qesas, qet dengên xwe ji bo xerakirina Kurdistanê bilind nekir. Berevajî wan kom û komelên LGBT bi dengekî bilind û dema Kurdistan li nav agirê, rastiyê gotin. Lê belê, erê, aniha Amed bû bajarê wan ê sehabî!!

Bi rastî HDK çawa kir û vê panêl betal kir, nizanim û aqlê min nagire. Çawa ji tehdîdên wan tirsiyan û koz dana destê van hüdapariyan. Li gorî min çewtiyekê gelek mezin e vê tevgerên wan a betalkirinê. Divêt di wê rojê de û di wê seatê de ew panel bihata lidarxistin. Li gorî nûçeyan panel bi paş de hatiye avêtin. Ka ezê li bendê bim, ewê bi rastî jî karibin vê panela reben çêbikin yan na... Îşale dê karibin.

Ez rastî nûçeya vê mijarê ya bi kurdî nehatim. Bi tirkî hun dikarin ji bianetê bixwînin. -1- -2-. Daxûyaniya li ser betalkirinê yên kom û komelên LGBTyan bi xweşî her tişt disêwirîne. Heger wextê xwe zêde bikim, ezê heta ji destê min bê biwergirînim kurdî.

Hunê bibînin ku hêmana herî mezin a betalkirinê çalakiyên twitterê ne. Ji xwe haya min ji panêl bi saya ew heştenga #DiyarbakırdaSapkınlığaDurDe bû. Hinekî bi ser wan twîtan de geriyam. Hema yekser tirkî ne û bi şêweya tirkiya dînî bi ser wan ve difure ku gelek ji we dizanin ku ev şêwe, şêweya kujerî, biçûkxistinî, tehrîkî ye û ew bûye nasnameya şeytanokên sofî...

Lê mixabin, her çiqas ew xwepêşandana Amedê yên hüdaparê be jî, li twitterê kurdên me yên homofobîk ruyên xwe yên reş û dijminahî dane xuya kirin.

Piştî min xwest, desteyek tevlihev ji wan twîtên homofobîk berhev bikim û li bloga xwe tomar bikim. Tenê twîtên bi kurdî hatine nivîsandin hat hilbijartin. Twîtên van kesan nehat hilbijartin: Kesên eşkere ne kurd in û pêwendiyên wan bi partî û rêkxistinên kurdên Bakuriyan hene û kurdewariyeke bi tirkî çêdikin. Heger em bi ew heştenga propagandaya reşî binêriya xuya dibe ku ew kurd in.

Qey ewê bibe yekem berhevoka homofobîk a kurdî. Xwezî tune baya...

Ji twîtên jêr jî xuya ye ku kurdên me peyva "QÛNEK" ji bo geyan bikartînin û twîtên têkiliyî panêl rasterast ji bo kesên LGBT bikaranîne û gelek ji wan xuya ye kurdewar in.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

1Caniko bi kîjan rastnivîsa kurdî nivîsandiye nizanim lê belê homofobîkekî gelek hozanvanî berhemandiye. 

 

2. Dirûşme ji bo kurdan hewceyeke girîng e, ev homofobîkiya hozanvanî ez dibêjim ji ber vê sedemê ye. Lê hevalê jêr çawa kariye mesela Cizîra û mesela mafên LGBTI bîne ser hev du nizanim

 

3. Li jêr bikarhênerekî modernîstê paşmayî afîşa panêl parvekiriye  û li gorî derfeta xwe nefreta xwe verşîyaye.


4. Erê afirindeyê hanê Ehmedinejadê kurdan e ku li gorî wî jî li welatê wî kesên LGBT tune ye. Erê bi rastî jî cêwîkên rûhî hene!


5. Ay lo gundîko înş lo, helbet lo, çawa ma, êh, nirç nirç nirç... 


6. Nuha pêve emê wekî mînak çend bikaranîna peyva qûnek bidinê temaşevanên hêja. Temaya van twîtan biçûkdîtina hevzayendiyên kurd (an jî kesên gey) û bikaranîna wekî xeberekî populer a navlêka "Qûnek":

Nuha hunê bipirsin rewşa zimanê kurdî û rastiya "qûnekî" çawa pêwendiyeke surrealîst ava kiriye, bravo! Wele nizanim. Lê bi ya min cihê ew bêjeya bold, em "DAWRIK" binivîsînin dê baştir bibe: "wê bibê Dawîk ê mirovahiyê"...




7. Ev devgiraro demokrasî gelek baş fam kiriye lê têgihîna wî gelek bîrteng e. Lê jê girîngtir ez dixwazim tiştekî ji vê twîtxaso re bipirsim: Hevzayendî nexweş in ya hevzayendîtî nexweşiyek e? Mewda we destpê kir. 00:59 - 00:58 - ...


8. Piştî min ev twîtê xwend, ev du roj e bê navberî digrîm. Ev kefş dê serdemê biguherîne... Ya Rebî!


9. Du mînakên hatine ser hev du. Feylosofê ewil bi navê xwe ye. Dara tuyê jî homofobîkekî polîtîk e.


10. Misilmanekê reformîst li ber me ye guhdarên hêja. Li ser xeta cezadan û terbiyekirinê de tevgerên akrobasiyê dike, em wî guhdarî dikin niha:



 11. Va ye ji we re cûreyeke endemîk ji bo lêhûrbûneke sosyolojîk: 


12. Li gorî tarîxa twîtan em dikarin texmîn bikin ku em nivîsandina van twîtan deyndarî tevlîbûna van her du siyasetmedarên hdp-yî ya li meşa rûmetê ne. Her bijî :)


13. Haya mamoste ji qeydên Şerefnameyê tune ye qey. Keep calm and hinekî bixwînin lo!



14. Carinan tê gotin, kesên ku gelek caran êrîşî kesên LGBTI dikin bi xwe hevzayendiyên veşartî ne. Hah ev "Kî" di twîtên xwe yên din de mînakên balkêş rê dide meriv. Murad jî atom perçe kiriye, eferimek heq kiriye!




15. Aniha kurdekî li jor gotibû em li axa xwe "qûnek" naxwazin. Ev Khanê Hîndû jî dibêje "Tu kurdistanî yî qûnek!" Serên kurdên me gelek tevlîhev in :(



16. Zarên xelkê erebeyên bi avê dişoxilin îcad dike, ên me jî teriya tespîtkirinê bernade. 



17. Tu aniha kêfxweştir î, homofobîkê pîvazwêneyo?... 



18. Me got, homofobîk gelek in û ev gelek rast e jî. Lê ev nayê wateya "kurdên homofîl tune ye". Kerem bikin, tæma hebinarkan binerin :

Li vir helbestvanê nemir xwestiye çi bibêje, pispor li ser berhema wî dixebitin lê bi kurt û kurmancî: <3 


19. Li ser panela Amedê ya qala LGBTyan min tenê vê twîtê bi nêrîneke erênî hatiye nivîsandin, dît. û keko heqê te heye, bira qûrbana me bin!




20. Humanîzm hewceya herî mezin a ji bo yekitiya kurdan e. Hazretê Mazda jî bi vê riyê gaveke xweş û geş avêtiye, helal ji te re:



21. Bi rastî ev "V for vandetta" bi kîjan armancê vê hevokê nivîsandiye û bi raya giştî re parve kiriye, nizanim lê belê rast e: Hevzayendîtî berpêbûniyek e û di her du zayendan de tê dîtin!



22. Erê, "BIJÎ EVÎNA HEVZAYENDÎ" #LGBT <3
 

+BONUS

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Ka tu jî tevlî mijarê bibe :)

Xwendinfiroş

Xirarok

1. Temam, klîşe her car ne baş û xweş in û piranî hilma meriv teng dikin. Lê heke mijar bê li ser fîlmên LGBT+an (legebete-û-zêdekan) bêhna ...