10.09.2014

Hevzayendî


Bi taybetî di civakên rojhilatê de heterobûn ji zayendî pirtir tê wateya zêdebûn/çêbûnê. Kêf û coşî bi temamî hatiye vederkirin û hezkirîbûnê ku berî pesendkirina kêf û coşî ye, wekî tenê xwesera zilaman hatiye dîtin. Tew çi xweşî! Evîna lehengên wekî Mem û Eliyê Qolaxasî yên ji vê axê bûn, ji aliyê vê pergala pîs û qîrê ve bi nêrîna anormal hatiye dîtin. Dema zilam hezdikin, mirin dikeve para wan. Ji ber ku hezkirinê ku ewê ew kesê bigihîne kêf û xweşiyê, lawazî û qelsî ye, jê bêhtir tunebûnê ye. Ji bo wan qelsbûna zilaman ne tiştekî ye ku bê xwestin. Ji bo wan divê behreya ganokî û kutanî her tim ne bi xuyaneka bulge be jî bi potansiyelekî wekî çêrok û kufirbazî bê nîşan dan. Bi eslê xwe ev xwesteka qebiliyeta şerkirin û pevçûnê ye. Peyvên bi “divê” didomîne ji hêla zayendî ve, veşartin û tunekirina hebûnên jinan dihewînin. Lê ji ber navê mijarê pêwist e ku ez di şîroveyên xwe de qala hevzayendîtê bikim.

Ji bo mêr û jinên hetero ya homo sapiensê ku ji hêla zêdebûna zayendî bi xwe bawerin û divê bi tim hemcinsê xwe hişyarbikin, pirsgirêka herî mezin gelo seksa anal an jî bi devkî kutana qûl e? Nuha ne hewcî ye fedîkirin û xwe kerrkirinê, her kes dizane ku li ser qûnê ji xwe çûn ne îcadeke hevzayendan e û ne lêkereke ji wan re xweser e. Ji xwe piranî pirsgirêk ne kêf ji qûnê histendin an jî bi devê mêranî mêtina kîr û hêlika mêran an jî hevdan û bêhnkirina cotekî qûzên lezbîyen! Ev tê karin, bi serê xwe di nav hidûdê pêkan in. Bi şertekî: bîrakirin û veşartin û qalnekirina kêf û coşiyên ku ji têkiliya hevzayendiyê hat dîtin. Nuha jin û mêrên gay(gey)ên  îroyin çi dikin? Carekê bira ev bê zanîn ku Natural selection ne xema keseke ye. Rastiyekî mezin e. Derdên wan bi zêdebûnê tune ye. Ha li civakeke pêşhatî de ku ji ferdên azad û xweser  pêkhatî ye, dibe ku zayenda zêdebûnê bala wan bikşîne. Utopya xweş e belam. Lê aniha têkiliya du –hezkirî an na- geyê mînaka herî mezin a kêf û coşî yê mirovên ji hezkiriyê pêk hatî ye – him jî li hemberî zêdebûna heteroyan a qeydeya serhişk! Çi ye, nîhandina du zilamên hev du, ne pirsgirêk e; heta ku ew ji nîhandin û kutandina xwe kêfxweş ne bin û di rojê -jiyana ji aliyê tav ve tê ronîkirinê- de qala evîn û evîndarên xwe nekin, navê hezkiriyên xwe û navên têkiliya xwe qet û hîç bilêvnekin! A va ye, pirsgirêk ji xwe ev e: kêfxweşî (ji bo kesên fêmnakin hemwateya vê peyvê ku li ferhengê de hene: kamranî, şadîdilşadî, şadîmanî, şadanîbextewarî, bextiyarî ) ferdên lgbtî bi peyvên xwe yê “Bielimin em li vir in û narin derekî!” ya ku carinan bi eşkere li qadan de û mixabin piranî jî ji zilm û zordarıya serdestan bi veşartî qala çarçoveya polîtîkayê “kêfxweşî” dikin. Mirovan(ên ku qanûnan diafirin zilam in lewma mêran) dikarin kêf û coşî jî qebûl bike lê qet’a kêfxweşî yan bextewarî nikarin bipejirînin. Bin peyvê apê xwe ya foucault cardin bixêzînim: seksa anal di heman demê de lêkereke heteroseksuel e. Li vir têkiliya qanûn û dijî qanûn têdikeve navberê. Ji bo ku qanûn karibe bişoxle, li hevzayendîtî tê girtin. Ji bo ku pergalan bê dijmin nikare hebûna xwe bidomîne…

Peyvê xwe hevbidim: doz ev e ku peyvê “Em hev du hez dikin û aşiqê hev du ne; hun çima nikarin qebûl bikin?” a ketiye ber lêkera nîhandinê. Qanûndanêr zane ku ev hêla wan a herî qels e; ji ber ku qanûndanêr hebûna xwe li ser zayenda mêranî afirandiye û hek hevzayendan bipejirînin, hevzayendan/qûndeyan ewên bibe qiyameta wan û ewên bikevin rûpela dîrokê ya bi xeber û galgalan tê qalkirin. Êê encamê vê dozê ewê çawa be? Nizanim. Lê belê wekî min li serê peyamê xwe got, dibe ku hinekî bê guherandin: xuya ye ku têkiliya zêdebûn û hevzayendan nêzîkî sifirê ye û ne tu xema keseke ye, lê ev naye wateyekî. Ji xwe ma ne ewin ku heteroseksuelan di zîfafê xwe yê legal û pîroz de bi hejandin û bi zevqê strînê hevzayendan zêde dike?! Li her xwe xistin, avêtina xwêdan û jidandina diranan de dibe ku spermeke gey bi kenekî bêfedîyokî ji qanalên kîrê bavê xwe yê hatiye pîrozkirin weke mîlyaketekî bêguneh dihere malzaroka dayîka xwe yê cardin hatiye pîrozkirin. Homofobîkên reben!

Di dawî de; kesên ku her tim pêwendiya hevzayendan tenê bi lêker û çalakiya nîhandin/xwe-dan-kutandinê dikin; vê pirsgirêkê her tim bi zêdekirina zarokan/nifşên nû dinirxînin(ku ev hewldanê parvekirina barê xwe yê pîroz e!) ji aliyê din mafên mirovatî û nasnameya ferdî nabînin; xwe çiqas biçirînin û paş pirtûka pîroz veşêrin jî hiş û eqil rêya rast dibîne û agahî û zanîna xwe zêdedike. Li hemberê zanîn kes nikare heta qiyametê bisekine.

Qiyamet! Nêrîna dîn jî qala lûtiyan hebû ne were?! Pirsê ku bersivê wê bala min dikşîne ev e: lûtiyan bi rastî jî hevzayendan dihewîne? Yan na, ne be ku kesên ayet û sûretan şîrovekirin di bin têsîra adetên bav û kalên xwe man? Dejenerebûna sepanên îslamê hatiye kîjan astê li meydanê xwe eşkere dike ji xwe. Aliyê din ev jî heye: li pirtûka pîroz de peyva “ceza/ciza” 117 car; peyva “bexşandin” 234 car û “rehmet/dilovanî (bexşîna Xwedê)” 79 car; tê dubarekirin. Li pêş berî vê hejmaran, peyvê lût pêxember ku di nav sûretên qala qewmê wî dike, derbas dibe; 27 caran hatiye dûberekirin. Min van îstatîskan ji bo kesên ku xwe wekî xweda dihesibîne û bi şêweyekê pîrozî di lîsta elametên qiyametê rêzdikin, nivîsand. Ew kesan ku birçîbûn, bêavman, jenosîdan, zilm û zordariya li ser gelan, jinan û xweza; hev kuştina silmanan, sepanên derewçîn û dewlemendbûna kesan li ser civakên bûne kole û hêsîr û hwd nabînin û derd û kulê wan hezkirina hevzayenda bûye. 

Nîşe: Kesên ku dibêjin "hevzayendî nexweşî ye", bira vegerin paş xwe û gunê xwe bipîvînin. Ezê ne ji tibê, ji ew fikrên te yê tu ji ber xwe avêtiye, bawer bikim! Peh! Hele cûreyek din kes hene ku dibêjin "li gorî bawerî û dînê min hevzayendî nexweşin"(!) ew kes ji xwe neyê guhdarîkirin! Hîn cudahiya gunehkar û nexweşî çi ye nizanin! Rebenan!


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Ka tu jî tevlî mijarê bibe :)

Xwendinfiroş

Kurdî pir "Slowly" ye!

Îlhama vê nivîsê teqez sepana Slowly ye. Slowly mîna dîmena çepê xuya dike û taybetî û armanca wê ya herî mezin ew e ku dema bikarhênereke ...