21.11.2018

Kurdî pir "Slowly" ye!

Îlhama vê nivîsê teqez sepana Slowly ye. Slowly mîna dîmena çepê xuya dike û taybetî û armanca wê ya herî mezin ew e ku dema bikarhênereke "nameyeke" bişîne yekî, li gorî cihê ew kesê, gihiştina wê nameyê wext dixwaze. Wekî mînak heke yekî bixwaze nameyeke bişîne ji şîliyek re dê piştî du rojan bigihije wê, ji fransiyek re di 9 saetan de tê şandin, ji îraniyek re di 6 seatan de... Helbet ev dûrayî li gorî cihê we kêm an jî zêde dibe. Dîzayn û wêneyên sepanê gelek henûn in. Meriv dikare pûlekî li nameya xwe bixe û cur bi cûr in. Rengê sepanê wekî tê dîtin zer e.

Noqteya fikrê vê sepanê ev e: Sohbetên me bira mîna berê giranbiha be, peyvên me bira hinekî din bê fikirîn û hwd. Lê bi min, bê xwestekî Slowly dijayetiya çanda mezaxê, pergala qapîtalîzmê dike. Ma ne ew in ku dixwazin bira her tişt bên xelaskirin ku ji bo xelaskirinê tiştekî din bê destpêkirin: xwarin, vexwarin, lixwekirin, temaşekirin, gerîn, heta hevaltî.

Nikarim heqê watsappê, skypeê, telegramê û hwd. bixwim. Bi rastî jî karê meriv sivik dikin, dûrayiyê nêzîk dikin ku ji bo kesên li xeribiyê ne, ew mûcîzeyekê elektronîk pêk tînin. Lê tiştên rast rast in: Emrê sohbetan di van deran de her diçe kin dibe yan jî peyvên ku wê sohbetê dike sohbet, bêfikirîn diberhimîne, vala dike, bêgirîng dike. Lê name ne wiha ye. Name ponijandinê hewce dike, heta, ne hewce ye ku tu bi xwestekî bikeve hewcedariyê, dema nivîsînê ji xwe meriv difikire: Gelo ez li ser çi û çawa binivîsînim, xwe çawa vebêjim û rave bikim.

Di duwanzdeh saliya min de ez xwediyê hevalekê nameyê bûm. Tê bîra min ku ji ber zarokatiyê, ji xwarin heta gerîn, hema di wê hefteyê de êin çi dikir, çi diqewimiya, dinivîsand ku bergî min, ew jî heman tişt dikir. Hevaltiya me di dibistana navî de dest pê kiribû û heta salên zanîngehê jî me name dişand ji hev du re. Lê belê heman salan nameyê kiribû tiştekî nostaljî û pê re telefon jî gelek berbelav bûbû ku êdî telefona me her duyan jî hebû.

Tiştê ku tê bîra min, li benda sekinîn a nameyekî heycanekî gelek xweş bû. Min zerfa xwe dida bavê xwe û heta ew bibêje "Temam, min bir postaxanê" carê min jê re siwal dikir, "Yabo, te bir? Te pûlekî xweş lê xist?"...

Lê wekî populerbûna plakan, lîstika Mario û an jî pantorên çiriyayî hwd. helbet dê yekî derketaya û nameyê jî vejandaya. Navê wê jî kirine Slowly. Pir baş fikirîne. Di vê devrê lez û lezgîn de name tenê bi vê navê dihat li wîtrînê bicihkirin.

Helbet ji bo min zimanê nivîsandinê, ya kurdî ye yan jî esperanto ye. Min zûzûka lê neriya ka kurd hene, kesên kurdî dizanin hene. Gelek pir in jî û vê tiştî ez kêfxweş kirim. Lê tiştê ku hewesa min di qirika min de hişt, kurdên ku rê dinin, ew kurdî dizanin -him jî  5 stêrk- tu nivîsandina kurdî nizanin û ji nav wan de tu kes meylê nadin kurdî nivîsandinê. Gelek ji wan ji bo nameya min a vexwendinê, bi kêfxweşî bersiv dan û ji nameya min pir tir têr û tije jî nivîsandine. Lê bi tirkî! Heman hemû, wekî ku lihevkirî ne, tiştekî wiha nivîsandine:

"Mektubunuzu okuduğuma çok memnun oldum ancak sizin gibi Kürtçe yazamayacagim maalesef".

Min pêşniyaz jî kir, heke ew bixwazin, dikarim qasî ku ez dizanim alîkariya wan bikim lê na-ah! De were û neqihire!

Kurdên me divê qasî zimanên din girîngiyê bidin zimanê xwe jî û Slowly jî tê de hemû sepanên zimanan ji bo pêşvebirina kurdî derfeteke mezin dihewînin.

Nîşe: Ev peyva name çi peyvekî nexweş e. Hema zanayên me yên kevn ji farisî diziyane. Hêrsa xwe ji wan derdixim :/

16.11.2018

Jiyana Alternatîf

Apple; Microsoft û zar û zêçên wê; Malbata Google (Chrome, Gmail û Blogger tê de); Coca Cola, Pepsi, Burger King, McDonalds, KFC û hwd.; Hollywood; Îngilîzî, tirkî; ji bo TR: Mavi, Colin's, Derimod hwd.; Migros, CarrefourSA; Bajar/Apartman hwd.

Wekî herkesbûn tiştekî normal e îro ji bo kesên bajarî û xwende; yanî ji bo kesên endamên tebeqaya navînê: rabûn û rûniştin, xwarin û vexwarin û lixwekirin, çûn û hatin, xwendin û fikirîn yanî kiryar û helwestên kêf û pêwistî heman her tim dişibin hev an jî cureyên hev in. Tiştên min li jor bi rêz kir, hînbûniyên îro yên tebeqaya navînê ye.

Ev jiyan cewrika qapitalîzmê ye û ji ber piştgirîdana wê ya berbelav a ji aliyê saziyên dewlet û kom û komelên sivîl meriv nikare gunehê xelkê hilde milên xwe û rexneyên xwe rêz bike. Ji xwe ji bo asta yekemîn tu heqê me jî tune ye ku kêfa kesên din xira bike yên ku bi xwestekî an bêdilî vê jiyana "normal" didomînin. Ji ber ku tu bi biryardar vê şiklê pirozkirî xira kir û ji xwe re alternatîfekî jiyanê ava kir, ma mecbûr e ku xelk jî mîna te bike... Na, lê em ê hevbîr bin û zanibin ku azadî ne li normalê ye lê sedî sed di jiyanakî alternatîf de ye.

Lê wekî her tişt, helbet jirêketî di vê avakirinê de jî tê dîtin. Meriv îro li Tirkiyeyê, bi dilrehetî dikare bibêje ku pirsgirêka jiyana alternatîf bûye populer û xwîna wê tê vexwarin -heke heta niha mabe!- Tiştên ber bi populeriyê ve bin, bêguman heke xwediyê polîtîkayekî/felsefeyekî bin, ji wan dibin û bêwan jî dibin çîrokên ehmaqan! Û malperên nûçeyên derpolîtîk tije van nûçeyan in: Filankes dev ji bajêr berda  û kêfxweşiyê di gund de dît! Bêvano dibeje: Bextiyarî di yogayê de ye! Salsa û Bachata: Zewqên Alternatîf û hwd.

Û di heman bin van nûçeyan de lîsteyên pêşketî yên Apple û nûçeyên serkeftinên Microsoft û reklama Coca Cola dibînî.

- Ka birê min, te qala jiyanekî alternatîf dikir...

Bîska din min got, her kes ji xwe re ne û heqê meriv tune ye ku rabe û rexneyan bike. Lê mixabin, divê meriv bi rastî jî xwe biparêze. Ji ber ku van nûçeyan, di esasê de bi fikra teşhîrkirina marjînaliyê tê kirin, ne ji bo propagandaya rastiyê.

Wekî mînak, tu yê bibêjî gundîbûn riya tenê ya avakirina jiyana alternatîfê ye û herkes mecbûrî wê ye. Na yabo! Çima ez ê bêelektrîkbûnê, çandina sebze û mêweyan, xwedîkirina dewaran û pezan an jî heywanên pînikê, malavakirinê ya bixwe û hwd ji bo jiyana alternatîf ji xwe re bikim mecbûr. Miheqaq rast e ku bajar û bajarîbûn meriv ji xwezayîbûnê dûr dixin û warê herî mezin a qapitalîzmê ye. Lê ev nayê wê wateyê ku kesên alternatîf-xwaz dê bajaran biterikînin. Ya xweş ew e ku tu bajaran ji destê wan rizgar bike ne bide nav mistên wan.

Her wiha mînak li bajaran wekî alternatîf dikanên mêwe-sebzefiroş ên organîk populer bûn. Perê te nebe, tu yê nikaribe ji wan deran bi kîlokekî firingî derkeve! Hingî biha ne. De were ew dikanan ji bo xatirê navê organîk pîroz bike! Kesekî qala gundiyan nake ên di bazarên semtan de dezgehên xwe vedikin û mêwe û sebzeyên xwe yên rez û bexçeyên xwe difiroşin. Heman pirsgirêk di xwarinfiroşiyê de jî heye. Bi reklamên xwarinên organîk, xwarinên dayikê û hwd reklaman dikin bo alternatîfa fastfoodan û hingî biha ne, divê tu jidil rûnî û parekî pere ji meaşa xwe veqetînî bo wan. Lê kesekî loqantayên ne-zicîrî nabîne, silavê nade. Mimkun e, heman tişt ji bo kinc, alavên elektronîk/nivîsbarî û hwd. jî bê gotin. Lê bes e hew qas ku em elameta guherîna "jiyana alternatîfê" bibînin: Xwesteka alternatîf karê zengîn in! Ma derew e! Ka tu bavê min dayîka min bişîne wan dikanan, cihan û ka jê bixwazin bazirganiyê bikin, wele ew ê betka guhên we xin! Te got çi! Ma dê û bavê min ji bo jiyana alternatîfê, nezan/gundî/nexwende ne?!...

....

Ez ê vê nivîsê girê bidim beşeke rêzefîlma Sidika-yê ku çewt-fêmkirina jiyana alternatîfê bi dûrî be jî kiriye kul û derdê xwe. Kuntin Restaurant, tirkî ye:
Nîşe: Min ev nivîs di cotebloga xwe ya wordpressê de nivîsand.

15.11.2018

Piçek payîz, hinekî esperantoyî, misqalek îrlendiyên nav me

                            Payîz bo min Lana Del Rey e û helbet evînên şikestî ne.
Îsal min dev ji bloga xwe berdaye. Tew min dît ku xêynî çend caran min hema dest bi nivîsînê jî nekiriye ku dengekî ziravî ji hindur qêriya, ev ne 'elametekî xêrê ye. Lê ji bo asta fêmkirinê ya ewil, nebû ku wateyekî giran bidim vî dengî: Dema mirov tenê be, dinivîse û heke ev qlîşeya hanê rast be, ez tenê nemame ku heke tenêtî rengdêrekî neyînî be, ev a xêrê ye. Bijî mentiqa Arîsto!

Payîz hat û li qisûrê min mêze nekin, ez ê romantîzma vê tiştê bikim: Dinya sar e, ji serma qûna me dicemide û nabe ku em li derve lotikan biavêjin û xwe bi paş ve dikşînin şikefta xwe ya pîroz. Xaza sirûştî biha ye birê min, xwişka delal sobeya êzingê jî tune ye, hema têdikevim li bin betaniyê û di nîvetariyê de dikevim avjeniya xeyalan. Xeyal û xeyal û xeyal... Va ye wextên xwe yên payizê min bi xeyalan xerc kir û zivistan ket heta ber pozê min, ne tenê zivistan sal jî wiha!

Bi tevdanên meraqî min kombersa xwe betiland, ji min eciz bû rebenê û ditirsim di van rojan de ez biterikînim! Ji ber wê ye, min hinekî lez da karên xwe yên kombersî û hêdîka û hilma fireh diqedînim. Cara ewil ê ku min kir, helbet qedandina qursa xwe ya esperantoyê bû. Ev çend sal in li ber destên min herimîn pirtûk û lênûskên min. Ji Xwedaya mezin dişikrînim ku asoxî min hemû pirtûka xwe xilas kir û mewlida xwe ya xitimkirinê danî û mûmên li ser pastaya xwe vemirand.

Dema ez têkevim kelecanekî dilşayî, hingî kêfxweş dibim dev ji wê karê berdidim û ew karê şêrîn germahiya xwe winda dike, sar dibe û dihere... :) Wele, Quran! Lê êdî emrê min jî çû delalno, hinekî xwe nas dikim û vê çaxê, min destûrê neda vê ve-miriniyê û min kombersa xwe, lênûsk û pirtûkên xwe, pênûsdanka xwe û pênûsên xwe yên rengoreng têxistin nav çentê û ji xwe re cihekî pirtûkkafe dît bo dersşixulînê. Min ev kir! Ne pir e, du sal berê bigotana tu yê bi tena serê xwe here li kafeyan rûnî û çay û pasta bistînî û ders bişûxlî...

- Ez! (kenekî nepêbawer) ez ê çêtir bibînim ku li mala xwe ya pîroz emrên xwe yên mayî bixwim! (Silav ji te re Bartleby-yê delal, rehma Wallstreet li ser te bariyaye!)

Her wiha, ez nikarim veşêrim, çend xortên qemer çav li min berdan jî, kêfa min jî jê hat lê namûs di pozê min de hebû, destgirtî bûm û min soz dabû hezkiriyê xwe û min serê xwe ji ser maseya xwe ranekir tu carî. (û niha xilas! û ew xortên qemer ên hespspîsiwarî êdî tune ne! :/)

Xwendina esperanto tiştekî ecêb e... dikarim bixwînim! ahahah! Çi tiştekî delal e yaw bi zimanekî din î dercîranî xwendin! Cihanekî xweş e û dema tu têdikevî hindurê wê, tu dibe gernasekî makîneya demê û bi çavekî şaşmayî li der û dora xwe dinihêrî. Tu tişt ne têkiliyî te ye! Tu derveyî vê dinyayê yî. Lê ev ne bi wateyekî neyinî ye, notr e belulo! (ne belaluk lê delalo/ê)

Niha min ji xwe re blogekî esperantoyî dîtiye û pê mijûl dibim û xwendin û fêmkirina xwe pêş ve dibim, navê wê: TEO KAJ LIBROJ (çay û pirtûk) e. Sax be, îlhama min jî di nav xwe de dihewand. Belkî ji we re jî dibe, her tişt dihere û dihê (asdffg) derdikeve hewşa kurdî! Kulekî ecêb e.
Robert Nielsen zilamekî îrlendî-amerîkan e ya ku min fêm kir. Di bloga xwe de gelek caran qala atmosfera polîtîka û zimanên îrlendayan dike! Ya Xwedê! Baweriya we ji Xwedê hebe, her tim min ji xwe re dipirsî:
Ev Îrîş çi delal in! Lê ma ew ji îngilîzan ne cihê ne yaw? Yanî ew, îrîş û îngîlîz, di esasê de mîna soran û kurmanc in ku ew jî îngilîzî dipeyivin? 
Wîkîpediya (ja kurdo, ni diris "wîkîpedî" sed nomo de niaj vikipedioj estas "wîkîpediya", kial karaj?) eşkere dikir ku ew du miletên ji hev cuda bûn mîna kurd û faris lê min bersiva xwe ya mezin nedidît, kesekî qala vê tiştê nekiriye. (Yanî, helbet ew kes, ne kurdî-nivîs in, tirkî-nivîs in, ji xwe rebenê kurd hîn nû dest bi berhemandina kurdî li ser înternetê kiriye û ev jî rê dida ku cihana min a tirkî ne bes e û têrî min nake, divê zimanekî dercîranî bielimim. bla bla bla...)

Û Teo kaj Libro, ez ronî kirim. Ev salan in ku ev êş di cihekî mejiya min de cih digirt û va ye Robertê delal digot ez ê bibersivînim...

û digot: Kial La Irlandanoj Ne Parolas Irlande? Erê yabo, min jî vê tiştê dipirsî: Çima îrlendî bi zimanê îrlendî napeyivin lê îngilîzî?

Tew tu nebêjî...
Di salên Granda Malsatego[Xelayê Mezin] (1845-50) de mîlyonek mirov dimirin ji birçînê, tunebûnê û qedera mîlyonekî jî mala xwe bar dikin welatên îngilîzîaxiv: Brîtanya, YDA, Kanada û hwd. Û ew kî ne? Ew Îrlendiyên ku li hemberî serdestiya hikûmeta îngilîzan xwedî li zimanê xwe derdikevin, yanî yên rojavayî bûn. (yên rojhilatî ji xwe ji berê ve bi îdîaya gundîbûna zimanê îrlendî, îngilîzî dipeyivîbûn) Lê qeder mala wan xira dikir... Li welêt xwedîlêderketina zimên hêsan e, lê di xeribiyê de, tu naxwazî zarên te jî mîna te zehmetiya zimên bikşînin û tu zimanê xeribiyê rê wan dikin û her ku diçe ziman nifş bi nifş baskên xwe lê dixe û hêlîn diterikîne...

Û yên li Îrlendayê mayî jî ji ber zimanê îngilîzî ya ku pergala perwerdehiyê bû, ji ber biçûkdîtina zimanê îrlendî, ji ber bêxwedanî dûrî ji zimanê xwe dibin û niha, di Îrlendayê de kesên yekzimanî ya zimanê îrlendî tune ne û hejmara yên ku her roj zimanê îrlendî bi kar tînin tenê 73,804 kes in di nav 4,857,000 kesan de ku ew jî duzimanî ne yanî îngilîzî jî pir pir baş dizanin. Çawa ecêba min çû, nikarim vebêjim.

Erê ya ku pişta zimanê îrlendî şikênandiye xela ye lê qasî wê (xwe)biçûkdîtina zimanê îrlendî jî sebebekî xurt e. Ya ku min di înternetê de xwend, tiştekî wiha çêbûye: zimanê îrlendî zimanê cotkarên patatan ên gundî yên nexwende ye û tenê feqîran û cehilan bi kar tînin; lê heke tu dixwazî bibî xwedîhurmetê û bibî zengîn, divê tu dev ji wê berde û îngilîzî bipeyive. Ya qomîk ew e ku -lê îngilîzan tu carî zimanê îrlendî qedexe nekirine. Yanî ya ku aniyê serê zimên, îrlendî bi xwe ne. Ya qomîktir ev e: Zimanê îrlendî, zimanê neteweyî û fermî ya Komara Îrlenda ye ji 1932an vir ve; û ev dewlet nebûye ku zimanê xwe bivejîne. Çi qederekî ecêb e. Lê bisekinin ya ya qomîktirîn ev e: Di perwerdehiyê de zimanê îrlendî mecbûrî ye lê gelek kes ji wê re dibêje zimanê kevn a îrlendiyan ku niha nayê peyivîn û nabe ku meriv bipeyive û ji wan hinin jî dibêjin divê dersê mecbûr bê rakirin. Ez şoq bûm. Dilê min xeliya, ya rast lê helbet niha bi van peyvên kêm-hestyar nikarim şaşmayîna xwe bidim we.

Robertê bi xwe, dibêje zimanê îrlendiyan îngilîzî ye û zimanê îrlendî tenê hêmanekî çanda îrlendiyan e û antiklingvo ye (zimanê kevn).

Û dîn? Erê miheqeq delalno, bêdîn dîrok nabe û gelek kes hesiyaye ku îrlendî katolîk in lê Îrlendeya Bakur protestan e û protestan tew silavê nadin zimên û ew û IRA dizeliqînin hew du û IRA ji xwe katolîk bû û zimanê îrlendî wê çaxê dibe zimanê katolîkan! Huh! Arîsto tu hatî? asdfgh
Wîkîpediya îrlendî ya xwedîdewlet: 48,579, kurdê reben: 23.807 Ya rast îrlendî jî reben e. Ew ferqa hanê ne tu ferqekî ye. Ez ê ferqekî kêm bikim û zimanê îrlendî ya gotara wîkîpediya îngilîzî biwergerînim bo kurdî. :D
Nîşe: ya yekem nayê bîra min, lê ev  cara duda ye ku ez di wordpress-ê de blogekî dinivîsînim. Ev jî cota vê blogê ye: https://xebroskbej.wordpress.com/2018/11/15/picek-payiz-hineki-esperantoyi-misqalek-irlendiyen-nav-me/

30.04.2018

Têkçûn


Min îro têkçûneke din taem kir. Xweziya min di qirika min de ma. Ji qêrînê ez dûr xistim ew xweziya dagirker! Hezkirin, evîn, evîndarî... Hemû ji hişê min bar kir, çûn taristaniya dîrokê, carekî din mîna yên din. Biraqe, tiştê çû nede dû, gava bide dû dibe gû. One point goes to pêşiyan!

Werara dilketina min jî ji naeleta dubarekirinê xwe xilas nekir û nekir. Dema ku di dilê min de agir geş bû, her tişt -gotin, tevger, rewş û hwd- di hişê min de hevokên xwe didît û govendê digerandin lê daxwaza nivîsandinê nedihat. Û niha hemû peyvên ku wan hevokan ava dikirin, ji hêlînê firiyan çûn, bûne çûkên nûgihaştî. Nikarim binivîsînim aniha. Rewşeke şoqbûneke di çavên min de dibarin. Heke em ji wê lehiyê re bibêjîn barîn. Barkirin jî lê tê. Bira bicehime!

Du û du çar dike.

Hew.

30.03.2018

Li ser dînbûnê

Dînîtiyeke civakî tesîr li min dike. Wekî nexwestin, nexwestineke heta hetayî, wekî çalakiyeke ne çalakî xwe dide nîşandayîn.

Dê çawa em ê ji vê tiştê neletî/neletkirî xwe xilas bikin? Ji bo xwedê! Heke bersiveke we hebe ji min texsîr nekin, ji ber ku ez nikarim têrî xwe bikim. Her tişt li ber çavan e. Lê hişê min naxebite! Wê çaxê ez bêhiş im! Dema hiş hişitiya xwe neşixûlîne, ma ew dibe hiş! Nabe guyeke jî!

Naxwazim dîn bibim! Naxwazim bibim mîna pêşiyên xwe. Xweda!

Kengî dibêjim, va ye ez jî mîna mirovên din dijîm, wekî jiyan henekê xwe bi min bike, her tişt tev li hev dibe, nabe ku meriv jê fam bike ka gelo çi diqewime. Ji wê keliyê ve ez dibim heştirmeyeke reben ku hişê xwe biparêzim û dev ji şopa bextewariya xwe nekim. Lê ehlaqa heştirmeyî ye, ma dibe ku meriv nebe bêhiş!

Ez di sembolan nim! Nelet be! Êdî dixwazim vegotineke bêsembol, eşkere ava bikim. Ma dibe? Na!

Lê, va ye, ez rebenê Xweda, li ber we wekî dînekî reben bi xwe xwe dipeyivim.


10.02.2018

Call Me By Your Name (2017)

**Di vê nivîsê de spoiler heye, heke tu naxwazî berî temaşekirinê teferuatên çîroka fîlmê bixwînî, jkx dev ji xwendinê berde. **

Salê çûyî di youtube-ê de trailera vê fîlmê hatibû ber min û xwîna min kelijandibû. Lê belê encax înterneta azad rê da ku hefteya çûyî temaşe bikim. Înternete azad, ji ber ku li Tirkiyê, mixabin van fîlmên giranbiha di sinemayan de nikarin bi hefteyan bêne weşandin. Ji xwe li gorî nûçeyan dê 23ya Sibatê têkeve sînemayan lê texmîn dikim tenê di yên “Başka Sinemalar” de...

Mijar

Di bakura Îtalyayê de, li B.yê* ku cihekî ji cihan e, sal 1983 e û havînekî ji havînan, bêhnvedanî xwe avêtiye li ser hemû tiştan: dar û şînkahî, xanî û bexçe û mirov. Elioyê 17 salî di havîngehê de geh avjeniyê dike, geh li ser mûzîkê dixebite û geh jî bi hevalan re wextên xwe yên vala tije dike. Wekî hersal mevanekî bavê wî tê mala wan ji bo alîkariya vekolînên wî yên li ser çandî/arkeolojî. Îsal mêvan Oliverê 24 salî ye, ê ku bi gotina dayîka wî mîna aktorên stêrkên Amerîkayî ye yan jî mîna peykerên epîk ên ji serdema Helenîstîk maye. Elio dê odeya xwe bi vê xortî re parve bike ji bo şeş hefteyê. Her çiqas bi dîtina wî ya ewil ev xort pozbilind be û latera wî derî nezaketê be jî di demekî kin de fêm dike ku gelek tiştên wan hene ku hevbeş in wekî mînak Cihûtî û Elio heyran dimîne ku Oliver qolyeya stêrka Dawid bi eşkere li xwe dike û ev taybetiya wî ji bo nêzikbûnê sebebekî baş dibe. Ji ber ku Elio jî xwediyê heman qolyeyê ye lê bi gotina dayika wî, ew Cihûyên li xwe miqate ne di nav wî welatê de yê ku tije katolîk in. Ev bêtirsiya Oliver, dibe bayê guherînê ya Elio ji aliyê derûnî ve.

Li Ser Kuîrbûnê

Min heta niha sedan fîlmên mijar-hevzayendîtî temaşe kirin. Di nav wan de yên ku di hişên min de cih kir, bêguman ên ku xwedî felsefe û metnên-veşartî yên polîtîk in. Wekî mînak, min nejmêrt lê belkî deh caran Weekend temaşe kir û di lîsteya fîlmên min ên hevzayendîtî/ Queer (Kuîr) de, serî dikşîne û di fîlmê de durûtiya ehlaqa raya giştî bi vekirî tê rexnekirin. The Normal Heart, li hemberî îstilaya AIDSê tawanbarkirinekî lîrîk e, Milk berxwedan û hêvî an jî Brokeback Mountain qedera evîndaran nîşan dide yên ku guh li ehlaqa raya giştî dikin û fîlm rê dide ku jiyan bi xwe polîtik e. Bent, Pride, Philedelphia û hwd. Hebûn, carinan tenê bi xwe têr nake û carde bi serê xwe wateyeke erênî nahewîne. Rê dan û ifşakirin divê.

Divêt bê gotin, di fîlmê de eşkere yan veşartî, tu polîtîka nayê gotubêjkirin. Call Me Your Name, gelo di vê tabloya “polîtiîk” de cihekî çawa digre? Tu veşartina berpêbûniya zayendî venabêje yan jî li hemberî hevzayendîtî/bîseksuelî /nasnameya gêyî tu antogonist dernaxe; bi ser de fîlm tu lehengekî antogonîst nahewîne ji xwe. Wê çaxê çi giringiya vê dîbaceya min a li ser polîtîkayê hebû?

Yê ku min hez kir jî ev e: Fîlm wêneyeke dinyayê diafirîne ku li wir kesekî/fikrekî tune ye ku li hemberî evîn in. Ihtimala aşbûnê, aşitiyê dike realiteyeke û di wê rastiyê de çêbûna/zayîna evînekî disêwirîne. Û ji sanîyeya ewil heta dawiyê, di wê aştiyê de ne hevzayendîtî, lê evîn dike pirsgirêka xwe. Ha ji we re polîtîka! Erê, bi vê pêvajo û me’neya xwe ya negotî dibe utopya. Lê divê bê zanîn ku utopya sepandina teoriyeke civaknasî ne û civaknasî... Mentiqa rehmetiya Arîsto her tişt eşkere dike: ev fîlm queer e. (Utopya li vir ji bo heta sekansa dawî hat bikaranîn, lê fîlm bi kêfxweşî xilas nabe, wê çaxê utopyabûna wê kêm e lê ji ber nîşandana xweş û xirabiya pergalê kuîrbûna xwe didomîne)

Kuîr çi bû? Parîkekê nan û gulpekê av û berxwedana li hemberî pederşahiyê/heteroseksîzmê ye, tunekirina her cure berpêbûniya fermî ye. Nan, canê me; av xwîna me ye û mirov tenê bi vê tiştan tê afirandin, ne bi nasnameyeke civakî/etnîkî/dînî/zayendî+tî...

Lehengên me yên her du jî mêr in. Gelo, min got ji xwe re, heke yekî mêr û ya din jin bibaya, dê cardin vê fîlmê hanê bibaya kuîr? Her du lehengê me cihû ne û şerê kuîr li hemberî pergala dinyê ya heyî, di welatekî katolîk de (li Îtalyayê) şîn tê. Nasnameya cihutî di fîlmê de bi sê noqteyê xwe xurt rê dide: 1. bi qolyeya stêrka dawid 2. cejna hanukayê 3. Em“cihuyên hayjixwe” ne. Lê di romanê de jê pirtir girîng xuya dikin. Her wiha mesela fîlm, evîn e û ev evîn di riya sînemaya kuîrê de gava dawî ye ku riyên din jî vedike.

Nîşe: Gelek metafor û sehne hene ku bala min kişand û min wan hezkirin wekî mînak "Yes, please"a bo maçîkirinê, sehneya "bi navê xwe bang li min ke", xoxê reben a di nav destê nû-gihaştî de, sehneya îstasyona trênê (ku li gorî min derhêner bi vê sehneyê silaveke xweş şandiye sehneya dawî ya Weekendê), Elioyê reben ê li ber şomîneyê û û û... heke nebêjim ez ê xwe kêm bibînim: ew kelmêşa hanê ya ji serî heta dawî wekî aktorê alîkar li ber me bû. :)


30.12.2017

3 Şano

Ev sê sal in, ez bi rêkûpêk diherim temaşekirina şanoyê û hema bibêje, ji gişan kêfxweş mam. Lê belê tu li ser van şanoyan min nivîsekî dernexistiye. Bira vê nivîsê bibe bismîlaya vê mijarê.
Ev sê hefteya dawîn a bêberfiya meha berfanbarê ez çûm sê şanoyê. A ewil Bizim Aile bû. Li Kagithane Sadabadê hat lîstin. Ji fîlma Yeşîlçamê ku bi heman navê ye, hatiye lêanîn û bawer nakim, kesekî hebe ku ji romantîzma vê fîlmê hez neke. Hah, şano jî ji lîstikvaniyê bigirin heta dekorên malê hema qopyeya vê fîlmê ye. Herçiqas meriv hêmana meraqê li ber deriyê bihêle û têkeve şanoyê jî, bi bextewariyeke keskeflû jê derdikeve. Kesên mîna min jî, bi bêriya dêûbav, dikeve riyên xwe.

A duduyan Karmakarişik e. Di şanogeha dewletê ya Cevahir AVM de hat lîstin. Qomedî ye û heta niha qomediyeke hewqas serkeftî û temaşevan dide meraqdariyê, min temaşe nekir. Mijara wê wiha ye: Wezîrekî rûmetbilind ê bi navê Richard Phillips ji bo vedizîneke bi sekretera partîya dijber, odeya otelekî digire. Lê lê diwerqilînin ku di ode de termekî heye û ji bo ji holê rakirina vê cesedê dest bi derewan dike. Lê dawiya derewan nayê û her derewek ji kîsê xwe derewekî din derdixe û her tişt di her pênç deqeyê de tevlîhevtir dibe. Wekî kurtasîkirina vê şanoyê peyva wî parve bikim a min ji kena kuşt: Gotineke pêşiyên çîniyan dibêje ku teqez di her dolabê de Arby-ekê (bi wateya jinê/derewê) heye! Her wiha, peyama binî ya vê şanoyê jî gelek eşkere ye, lê car din jî şano van peyaman di nav xwe de girtiye: Siyasetmedaran her tim virek in û ji bo silametiya xwe tev digerin; di vê riyê de kes û tiştên din qet bala wan nakişînin. Heke derfetên we hebin, miheqeq herinê, hun ê poşman nebin, berevajî hun ê kenan tiran biavêjin asdfghvjbkb

Şanoya sisêyan jî şanoya William Shakespeare, Coriolanus e, di heman cihê Karmakarişkê de hat lîstin. Ev şanoya Şekspîrê ya duda ye ku ez çûmê. Salê çûyîn ez çûbûm Machbethê, li Harbiyeyê de bû. Bi şîroveya modernî danîbûn sehneyê, ji ber teknîkên klasîk ve Coriolanus zehftir nêzîkî afirînerê xwe Şekspîrê ye ku di vê noqteyê de ji bo min ceribekî bêhempa bû. Her wiha mijar wiha ye:

Coriolanus mêrxasekî ye û ji bo Romayê têketiye 24 şerên cuda û ji hemû jî serkeftî derketiye. Îmana wî ji cehilbûna gelê birçî yê Romayê diçe û ji wan qet hez nake û bi ser de ji wan re heqaret û çêran dike. Di dawiya şerê 25. de, senato ji bo xelata mêrxasiya wî, dixwazin wî bikin konsul. Lê belê ji bo ku bibe konsul, divê Coriolanus gomleka nefsbiçûkiyê li xwe bike û here dengên pesendiyê ya xelkê yek bi yek bixwaze. Di vê kêliyê de nûnerên xelkên romayê dizanin ku Coriolanus ji xelkê hez nake, bi ser de heke konsul bibe dê mafên wekîl-derxistina xelkê ji holê rake. Meseleya me ji vir ve dişibe îro. Herçiqas haya xelkê ji xeber û galgalên wî hebe jî ji ber mêrxasiya wî Coriolanus hez dikin. Nûner, ji bo silameta/rihetiya xwe vê qederê diguherin û ji bo xelk dengên xwe nedin wî, Coriolanus proveke dikin û asoxî mêrxasê ku ji aliyê senato ve hat pîrozkirin, wekî xayintiya welêt tê darizandin... Him ji aliyê mêrxasê pozbilind ve û him jî nezanîn û ceheltiya xelkê ya bi hêsanî ji derewan/diravan dixapînin, şano gelek peyamanên vekirî dihewîne û rê dide ku ji dema Şekspîrê vir ve tu tişt nehatiye guherîn. Qey dîrok bi rastî jî xwe dubare dike û însan ji xêynî çerm û bejnan, tiştekî neguherbar in, di her dewrê de heman tişt! Ji ber mûzîkên serkeftî, sehneyên herikbar, dîyalogên têr û tije û lîstikvaniyên baş hewce ye ku meriv herin vê şanoyê.

Ji ber ku xwendina min li ser rexnegiriya sînemayê-şanoyê kêm e û bi ser de teng bûna kîsika min a peyvên kurdî,  ez gelek caran bi heman tiştî di tiliyên xwe de digerînim. Xwedê hez bike û hun jî kêmasiyên min temam bikin :)

11.12.2017

Fîlmên Heidi yên ji Hev Cuda

Vê hefte min du fîlmên çîroka Heidi temaşe kirin. Her du jî ji Heidiya anîme ya klasîk cuda bûn a ji  îmzeyên Hayao Miyazaki û Isao Takahat hildigre (Arupusu no Shōjo Haiji). Ez nuha nikarim bi pirtûka esil a Johanna Spyri berawird bikim. Ji ber hîn di zaroktiya xwe de min xwendibû, piştî jî min bi rêzefîlma japonan hezkirina xwe ya pirtûkê domand. Li gorî wîkîpediyaya îngilîzî gelek gelek adaptasyonên Heidiyê heye. Here.
cc7a7976-db33-4050-9fe4-c802c79f39db.jpegFîlma ewil di sala 1937ê de hatiye kişandin û a ku min fêm kir fîlma ewil a Heidiyê ye. Ev 937 ji bo dana atmosfera bajaroka bapîr Almöhi û Frankfurt-a Mîrza Sesemann gelekî serkeftî ye. Dema di wan sehneyan de meriv bawer dike ku ew cih divê wisa be. Lê aliyê Peterê Serfermandarê Bizinan kêmekekî xurt ji min stend. Ji ber ku hema tu bibêje tu sehneya taybet a Heidi û Peterê û dapîra kwîr nedaye. Di vê fîlmê de geh Fräulein Rottenmeier çû Heidi bifiroşe qereçiyan, geh bapîr Almöhi ket qodesê, Dete kirine şeytan mîna Rottenmeier... Tew ez qet qala Klara nakim ku ne li çiya li malikaneya xwe de dan meşê û qala xwendina Heidiyê nakim. Aliyê din Çiyayên Alpê jî tu rênedan. Gelek bûyerên ecêb tevlî çîroka Heidi kirine ku dawiya dawî min got ev fîlm bavûkalê fîlmên Yeşîlçam ên zarokan e mîna Sezercik û Ayşecik. Hewqas ku Heidi pederê dêra bajarokê û mamosteya dibîstanê taliyê zewicand :D
Fîlma duyem di 2015an de hatiye kişandin. Li vir jî sehneyên bajar û bajarok ne serkeftî bûn. Lê Çiyayên Alpê têra xwe rê dan ku wateya Heidiyê 2., Çiyayên Alp e. Hewqas ku Sehneyên Peter jî baş bû ya kalo û dapîrê şêrîn jî. Meseleya meşa Kalara jî dane sedem û encameke baş. Lê li vir jî meseleyeke spêle/xeyalet derxistine, nayê bîra min gelo di orjînala pirtûkê de tiştekî wisa hebû ya na; lê belê ew jî danîne sehneyeke gelek watedar. Meriv bi zorê hêsirên xwe digire.
Xuya ye ku di her adaptasyonên Heidiyê de gelek cudatî hene û dema taştê ez ê temaşekirina xwe bidomînim.
Wekî nîşe: Anîmasyona Heidiyê ya taliyê wekî rêzefîlm hat weşandin, qet ne xweş e û têkiliya wê û ya anîmeya Japonan tune ye. di Trt çocukê de tê weşandin. Na, min jê hez kir.

Pankek

Min îro, piştî demeke dirêj pankek çêkir, berê jî careke tenê min ceribandibû û vê car bêyî dîrektîfa vîdyoyan, hema min çi malzeme hat ber destê min têxistin nav mikserê û li hev xistin. Malzemeya pankekê ev in: 2 hêkan, qedeheke şîr, qasî qedehek û nîv arvan, karbonat (toza nepixandinê), vanîlya û qasî kevçiyeke şorbeyê jî zeyta gulberojan. Û malzemeya herî girîng jî, bêguman mîkser bi xwe ye. Ji ber ku lihevxistinê ku mîkser çêdike, pankekê pankek dike. Asoxî piştî asta mîkserê xerca me amade dibe bo sorkirina li ser tawayê. Bi rastî tawayên granît ji bo sorkirinê gelek baş in. Dawiya dawî bi riya rijandin an jî gulpandina çoçikê meriv xercê hindik hindik dirijîne li ser tawayê. Encam, a li jêr e. Ev him ji ber arvanê hundurîn meriv têr dike û him jî ji ber ku bi şêraniyan tê xwarin meriv kêfxweş dike. Malên xwendekaran ên zanîngehan dikarin li cem patata sorkirî û meqerneyê pîroz vê taşteyî jî têxin menuyên xwe. :)
9297934c-cdb3-40ed-bd9f-2acf49603149

4.12.2017

Nîvehobî an jî Pêşniyazên Kanalên Youtubeê


Gelek dem bihûriye û min protestoyeke neplankirî li dar xistiye ku bê hemdê min a bi xwe. Ji ber ku ev mehan in postekî jî min neşandiye. A soxî hat bîra min û min got hema wekî destpêkeke li ser demekî dirêj, lîsteyekî amade bikim. Ev jî -bêguman- dê bibe lîsteyekî nîv-hobî. Belê, nîv-hobî: Ev nîvê hobiyê, tenê ji temaşekirinê dihewîne, yên ez li youtubeê dişopînim û gelek caran wekî muntezem her roj bi baldariyeke mezin û li bin bandoreke xeyaljeniyê û kelecaneke zarokane li pey wextê xwe ya musaît dikevim ku heman demê dilşa û bextiyar bim. Bi rastî ez ne li şopa temayekê me. Ji ber vê jî şopîneriyên xwe, hema kîjan hat bîra min, di 5 xalê de ez ê pêşkêşî we bikim:

1. ART JOURNAL
Penaseke kurt û ne profesyonel: Hunermenda/ê me di vê xebatên xwe de dixwaze lênûskan wekî objeyeke hunerî bixemilînin/bixêzînin/birengînin/biçirînin/bizeliqînin hwd. û pirî caran her rûpela lênûskê dikin poster an kartpostaleke estetîk. Lênûsk dema diqede dişibe album an jî sandoqeke wêneyan û dilê şopîner ji wê vedibe, dilşa dibe. Gelek sebir divê ji bo vê hunerê û wekî xwediya mînakê ku di jêr de min da, heke profesyonelî bê kirin, divê hinekî kîsên we jî nepixî be. 

Kêfa min ji te tê Vicky Papaioannou-ya delal :)

Ji xwe ji zarokatiya min vir ve ne bi qasî vê grîft û dil-veker, lê bi serê xwe art journal-ên min hene û hîn jî berhemandina wan didome :)


2. TINNY HOUSE

Di fîlma Kaptan Fantastîk de dema zarok diçin xaniya qerase ya kalên xwe, hema replîkeke wisa ji devê yekî derdikeve: Ev der bikaranîna qadê ya malê dûrî exlaqiyê ye!  Qasî bi vîdyoyan min nas kir, felsefeya tînny house li hemberî vê bikaranîna bêexlaqiya qadan dike û bi kurt û kurmancî dibêje ku "Divê mirov bibe xwediyê maleke ku qasî  jiyana xwe bigindirîne mezin be hew!" Miletin ji bo kampiyê, hinin ji bo gerê mîna mînak û îdola min Jenna û hinin ji wan jî ji bo jiyînê tinny house çêtir dibînin. Jûr û salonên mezin li van malan de qet tune ne û ji vîdyoyên ku min temaşe kirin dikarim hema bibêjim ku "jûra raketinê" ne bi serê xwe ye! :) Ji bo sêwirandinê em dikarin malên apart bînin bîra xwe. Li nav van malan de qad bi serê xwe ne xwediyê nasnameyeke ne, heman der him pêjgeh, him salon û him jî qada "jûra xebatê" ye. 

Xwezî ez bikaribama bibim xwediyê yek ji van malan û mîna Jenna jî him li ser rê bi gerê dinyayê bikim û him jî karê xwe bikim. A bi xêrê! 


3. PRIMITIVE TECHNOLOGY
Bajar... Bi serê xwe derûna ometê xera kiriye. Erê gelek derfetên bajaran hene û kesî nikare inkar bike: Heke perê te hebe her tişt, hema her tişt konserve ye û tu geh ew konserve vedikî û dixwî geh, li xwe dikî, geh kêfa xwe tînî, an jî nexweşiyên te radike/xelas dike. Lê mesele pirtir ji derfetan girêdayî dilşabûnê. Janus li vir têdikeve dikê. Bajar mirov tiral dike, çalakiya mirov ko dike û a soxî ber bi nîhîlîzmê ve dike. Lê mirov hêvî divê. Hêviya jiyanê ku mîna pirpinîkan mirov dide firîn û mîna darên kulîlk dane, mîna kulîçeyên ji nû firnê derketiye bêhna dilşadiyê difure... KArîn/kanîn û sepandin van tiştan in û evan gişa agirê jiyanê di dilê mirov de pêdixe. 

Mêrê ku di bin vê navê rêzevîdyoyan de mirov dibîne, ew çalakî û bextewariya jiyanê dide hestpêkirin. Hela ev vîdyoya ku xanî ava dike tenê bi derfetên xweza dayê wî, qene nebe dehan car min temaşe kiriye. Mêr di Queensland-a Awistralyayê de ji xwe re bihuşt ava dike.


4. YUKA KUNOSHITA
 Di vê xalê de ji xeyaljenî û dilşahiyê dînin derekî. Ji   ber ku ev jinika Japonê kafirbav, berê kêf dide meriv û piştre jî mişt mat û şaşî heta di dawiya dawî de dilê meriv radibe û car caran bi êşa Efrîqayîyên reben dixeyide. Lê ji bo xwarinê, ber bi çav û ceriba şexsî ye, dilbijiya xwarinê dibe asta herî bilind û divê temaşevan tenê dema xwarinê dixwe, geh li taştê ya şîvê, temaşe bike ya na dê topê biavêje :) 

Berê baweriya min jê nehat, lê dawiyê di weşanên zindî û pêşbirkên qizulqurtxwarinan de min fêm kir ku rast e: jin her carê 5-6 kîlo xwarin fît dike! Ya li wê derê jî. Me gelo çenga wê naêşe!


5. SÎBERA DENG
Vê kanala Youtube-ê wisa daye danasîn: 
"Sîbera Deng; xebata rêvîngiya ku dike bigihije sirra mûzikê de, da ku temaşevanên xwe bike şahidê vê rêvingiyê, gazî temaşevanên xwe bi şêwazeke dîtbarî dike.Sîbera Deng dokûmentereke xebata mûzîkê ye. Mûzikjenên ku jiyana xwe bi mûzîkê terîf dikin, stranên xwe bi zindî û di kaliteya albûmê de tomar dikin û em jî bi van stranan koleksiyoneke arşîvê çêdikin."

Karên wan ên dikin gelek profesyonel e û hêja ye meriv bişopîne. Doşeka Xemrî-ya Sîmir Rûdan ya albumê bi xwe yek ji favoriyên min e û di vê performansa wê ya zindî jî gelek serkeftî ye. Seatxweş ji van mêrxas û jinxasan. Her bijî!

Xwendinfiroş

Kurdî pir "Slowly" ye!

Îlhama vê nivîsê teqez sepana Slowly ye. Slowly mîna dîmena çepê xuya dike û taybetî û armanca wê ya herî mezin ew e ku dema bikarhênereke ...